Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Fînlandiyayê, Serokomar Sauli Niinistö û Lijneya Wezîran duh li hev civiyan û geşedanên heyî gotûbêj kirine.
Li gorî nûçeya Helsinki Timesê di civîna lijneya wezîran de Şerê Rûsya û Ûkraynayê û amadekariyên Civîna Bilind a NATOyê ya ku li Vilniusê wê bê lidarxistin hatine nirxandin.
Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya hikûmetê de ev agahî hatine dayîn:
"Hukumeta Fînlandiyayê lihev kiriye ku 9 personelên îstîxbaratê yên li Balyozxaneya Moskovayê dixebitin dersînor bikin. Çalakiyên wan kesan "Peymana Viyanayê ya Derbarê Têkiliyên Dîplomatîk de" binpê dike. Wezareta Karên Derve dê derbarê mijarê de Balyozê Rûsyayê agahdar bike."
Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê jî li ser hesabê Twitterê wiha gotiye: "Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê îro bang li Berpirsê Karûbarên Rûsyayê kir û jê re gotiye ku 9 kesên ku li Balyozxaneya Rûsyayê ya li Helsînkî dixebitin, ku wek efserên îstixbaratê dihatin naskirin, hatin dersînorkirin."(NT/AY)