Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor lêkolîneka Creative Artists Agency û şirketa lêkolînan shift7ê ji sala 2014ê heta sala 2017ê fîlmên serlehengên wan jin ji fîlmên serlehengên wan mêr zêdetir Dolar qezenc kirine.
Fîlmên lêkolîn li ser hatine kirin fîlmên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) hatîn çêkirin in. Ji bo çêkirina hin fîlman ji 10 milyon Dolaran hindiktir hatiye xerckirin. Ji bo çêkirina hin fîlman jî zêdetirî 100 hezar Dolaran hatiye xerckirin.
Lêkolîn li ser 350 fîlman hatiye kirin. Serlehengê 245 fîlman mêr bûne, serlehenga 105 fîlman jin bûne.
Li Hollywoodê hê jî fîlmên serlehengên wan jin in kêm in. Li gor lêkolîneka Zanîngeha Dewletê ya San Diegoyê di sala 2017ê de serlehenga kêmtirî çaryeka fîlman jin bû.
(EÖ/EMK/MB)
*Elif Oztokatê ev nûçe ji agahiyên li New York Times û shift7.comê berhev kirine û wergerandine.