Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê wê hefteyê 3 jê xwemalî 5 fîlm wê têkevin vîzyonê.
"Pavarottî"
Derhênerê belgefîlmê "Pavarottî"yê Ron Howardê sînemakarê ku xelata Oskarê hildaye, dike. Fîlm li ser jiyana Pavarottiyê muzîkjen disekine.
"Kewa Birîndar"
Derhêneriya fîlmî Taner Tunç dike û Alper Pehlîvan, Îbrahim Kalkan, Dîlek Canbay, Emîr Oner, Huseyîn Erkanli û Mustafa Tekîn tê da dileyîzin.
Hakan C. Yazici senaryoya wê nivîsiye. Di fîlmê da xortek keweke birîndar dibîne û soz dide xwişka xwe ya nexweş ku wê kewê qenc bike û azad bike, lê ji ber ku kew winda dibe, xort jî pey dikeve. Fîlm li ser sozdayîna xort û peyketina kewê disekine.
"Navê Wê Petrunya ye"
Zorica Nusheva, Labina Mitevska, Stefan Vujisic, Suad Begovski, Simeon Moni Damevski û Violeta Sapkovska di fîlmê da dileyîzin û Teona Strugar Mitevska jî derhêneriya wê kiriye.
Cureya fîlmê dram e û li gor fîlmî li Makedonyaya Bakur wexta ku Cejna Teofanyayê tê pîrozkirin, rutîelek heye ku tenê mêr beşdar dibinê, lê jinek berevajiyê vê edetê beşdar dibe û fîlm li ser çîroka vê jinikê disekine.
"Hepşuu"
Cureyê fîlmî anîmasyon e. Li ser serpêhatiyên Hepşuyê xêzelehengê TRT Çocukê (Zarok) û hevalên wî disekine.
Recep İvedik
Ji rêza fîlmê "Recep İvedik" ê şeşemîn ku Şahan Gokbakar bi Togan Gokbakarê birayê xwe ra senaryoya wê nivîsiye û serlehengiya wê dike, wê vê hefteyê têkeve vîzyonê. (FD)
Çavkanî û fotograf:AA