Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de derbarê 10 parlamenteran de fezleke hatine amadekirin. Fezleke pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê fezlekeyên ku ji aliyê Serokkomariyê ve hatin pêşkeşkirin, ji Komîsyona Têkel re hatin şandin.
Parlamenterên ku derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne:
Parlamenterên DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk, Meral Daniş Beştaş û Sirri Sakik. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterê AKPê Mehmet Farûk Pinarbaşi (2), parlamenterê MHPê Semîh İşikver, parlamenterên Partiya Îyî Lutfu Turkkan û Bûrak Akbûrak û parlamenterê CHPê Mûstafa Sarigul.