Festîvala Filmên Kurdan a Stenbolê duh (6ê Adarê) dest pê kir. Ji bo destpêkirina festîvalê li Kenter Tiyatrosuya li navçeya Şîşliyê bernameyek hate çêkirin.
Festîvala Filmên Kurdan a ku ji hêla Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê tê çêkirin, wê heta 10ê Adarê bidome. Wê di van rojan de 33 film bên nîşandan.
Bixwîne - Festîvala Fîlmên Kurdan a Stenbolê wê di Adarê de bi rê ve biçe
Di nav wan fîlman de fîlma bi navê "Çirkin Kral Efsanesi" (Efsenaye Qralê Kirêt) ya derhêner Huseyîn Tabak, “Zagros”a Sehîm Omer Kalîfa, "Reşeba"ya Hisên Hesen, "Biryareke Zor"a Ender Ozkahraman, 14ê Tîrmehê” ya Haşîm Aydemîr “BÎR(Kuyu)”a Veysî Altay û fîlmên derhênerên kurdên Îranê û Iraqê, yên li Ewropayê dijîn û fîlmên “Komûna Fîlmên Rojava” jî hene. Fîlm wê di salona Mezopotamya Sînemayê ya li Elmadaga Şişliyê ye, bên nîşandan.
Kesên ku beşdarî şevê bûn
Li gel hunermend, sînemahezan Gulistan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglû Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Sezgîn Tanrikûlû Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP), nivîskar Faîk Bûlût, Eren Keskîn Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Dayikên Şemiyê beşdar bûn.
Beriya nîşandana filmê destpêkê yê festîvalê derhêner Îlham Bakir li ser navê Mezopotamya Sînemayê axivî. Bakirî diyar kir ku civak di nava zor û zehmetiyan de derbas dibe:”Desthilatdar ditirsin ku mirov werin ba hev. Nahêlin du mirov werin ba hev. Ji ber wê ye, cihê şanaziyê ye ku hûn hatine bav hev û we ev salon tijî kiriye. Em weke hunermendên kurdan dema em hejmara berhemên xwe zêdetir bikin, em ê ji vê pêvajoya çewisandinê re bibin bersiv. Em bi desthilatdariyeke wiha re rû bi rû ne ku temaşekirinê jî xetere dibîne. Em Leyla Guven û kesên bi wê re di greva birçîbûnê de li ber xwe didin silav dikin ku li hemberî van polîtîkayên çewisandinê dibin bersiv.”
Piştî konserê film hate nîşandan
Piştî axavtina Bakirî koma MA Musicê konsereke biçûk da. Koma ku ji kurdên Mahabadê û yên Amedê pêk tê, stranên kurmancî û soranî gotin.
Bernameyê bi nîşandana belgefilmê “Bîr”ê berdewam kir ku derhêner Veysi Altayî di belgefilma xwe de behsa 7 kesên di sala 1995ê de navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi darê zorê hatine revandin û wendakirin kiriye.
Piştî nîşandana filmî jî li ser navê malbatên 7 kesên ku hatine windakirin Husniye Baykara û Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya İHDyê derbarê pêvajoya windakirinan de axivîn. (FD)