Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Afîşa 17em Festîvala Filmên Jinan a Gerok a Navnetewî - Filmmor hatiye weşandin. Festîval bi slogana “Bi jinan ji bo jinan sînema” û ji hêla Kooperatîfa Jinan a Filmmorê tê çêkirin.
Di bernameyê de filmên derbarê LGBTI+yan de jî hene
Festîval wê 7ê Adarê li Stenbolê dest pê bike û paşê jî wê li Îzmîr, Antalya, Mersîn, Gîresûn, Edene û Amedê çêbibe.
Bernameya Stenbolê wê 7ê Adarê bi nîşandana Retrospektifa Agnes Vardayê a li İstanbul Modern û Navenda Çandê ya Caddebostanê dest pê bike. Di beşa “Sex – Gender – Sexuality” ya festîvalê de wê filmên derbarê lezbiyen, bîseksuel û jinên trans de bên nîşandan.
Bernameya festîvalî 4ê Adara 2019ê wê li Navenda Çandê ya Fransiziyan bi civînekê were aşkerekirin. (EMK/FD)