Fotograf: Medyaya civakî
Desteya amadekar a Festîvala Filman a Silêmaniyê eşkere kiriye ku ji ber Covid-19ê wê îsal pêk neyê.
Desteyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiriye ku ji ber belavbûna Covid-19ê wan biryar daye û ew ê îsal festîvalê li dar nexin.
Desteyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku li gorî daxuyanî û nûçeyan çavlirê ye pêla duyem a belavbûna vîrusa koronayê destpê bike û ji ber wê wan biryar daye festîvalê pêk neynin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku yek ji armancên girîng ên festîvalê anîna film û sînemakarên biyanî ji bo bajarê Silêmaniyê ye: “Lê ji ber rewşa pandemiyê plankirina bername û çalakiyên festîvalê hema hema ne mimkun e. Ji ber wê ye ku em ne bawer in em ê bikaribin programeke bi ewle û serkeftî pêşkêş bikin. Mixabin li hemû cîhanê festîvalên din ên filman jî rastî heman rewşê hatine.”
Amadekarên Festîvalê di dawiya daxuyaniyê de diyar kirine ku ew hêvî dikin di demeke kurt de vîks û dermanekî guncav bê dîtin û ew jî bernameya sala 2021ê ya festîvalê amade bikin. (FD)