Yek ji organîzasyonên herî girîng yên sînemayê Festîvala Fîlman a Cannesê ji ber koronavirusê hatiye bipaşxistin.
73yem Festîvala Cannesê wî di navbera 12 û 23yê Gulanê de pêk bihata.
Rêvebirên festîvalê dîyar kirine ku ew li ser alternatîfên din dixebitin. Di nav van alternatîfan de, meha Hezîranê jî bo festîvalê tê nirxandin.
Li gorî daneyên fermî li Fransayê heta niha 372 kes mirine û hejmara nexweşan gihîştiye 10 hezar û 995 kesan. (FD)