Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsal, dirûşma festîvalê “destên li Cazê didin” û ji 13ê Nîsanê pê ve bilêdên ji bo çalakiyan dê bêne firotin.
Amadekara Festîvalê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê(IKSV) ye. Di festîvalê de “Xelata Serkeftîbûna Bi Emrekê”dê ji bo du kesan bê dayin: Hasan Hürsever(Diholvan) û Ömür Göksel(stranbêj).
Navên stêrkên mûzîkê yên ku dê beşdarî festîvalê bibin ev in:
Kamasi Washington, Michael League, Snarky Puppy, Aydın Esen, José James, Bill Charlap, Shai Maestro, Nubiyan Twist Elchin Shirinov.
Aydin Esen
Koma Mozaîkê ya ku di salên 80 û 90ê de yek ji serkêşên mûzîkê bûn dê piştî 35 salan dîsa kom bibe û konserekê bide. Ji bilî endamên komê; Ayşe Tütüncü, Saruhan Erim, Mehmet Taygun, Timuçin Gürer, Serdar Ateşer, Mehmet Tütüncü, Ezel Akay û Yağız Üresinî ji koma Gevendeyê Gökçe Gürçay dê digel komê be.
Mozaîk
Hin bernameyên taybet ji bo zarokan jî dê bêne pêkanîn. Navê çalakiyên ji bo zarokan “rojeka ji zarokatiyê” ye.
(AO/MB)