Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
10em Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Meletiyê di daxuyaniya xwe de aşkere kiribû ku li şûna xelatên “Baştirîn Lîstikanê Mêr” û “Baştirîn Lîstikvana Jin” wê xelata “bêzayend”, Baştirîn Lîstikvan” were dayîn. Li piştî vê yeke Şaredarîya Bajarê Mezin a Meletiyê Festîval betal kiriye.
Şaredariyê di daxuyaniya betalkirinê de gotiye, “ Di vê pêvajoyê de hin saziyên çapemeniyê û medya civakî cîh dane hin gotinên ku nirxên me yên civakî rencîde dikin, ev yek em xemgîn kirine.”
Festîval ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê û bi koordinasyona Elîf Dagdevîren, Seroka Weqfa Çanda Audiovisuel û Sinemaya Tirkiyeyê(TURSAK) wê bihata organizekirin.
Li bende bûn Festîval di navbera 1-5ê Kanûna Pêşiyê de cara 10em pêk bihata.
Festîvala Fîlman a Meletiyê di metna çapemeniyê ya ku belav kirî de xelata “Baştirîn Lîstikvan” weke “bê zayend” pênase kiriye. Ji ber vê yeke Şaredariya Meletiyê gotiye têgeha “bê zayend” ji nirxên me dûre û festîval betal kiriye.(AÖ/AY)