Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di encama biryareke ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin de, Îsmaîl Metîn Temel, Fermandarê Artêşa 2yem, ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û ew li Serokatiya Kontrolkirin û Nirxandinê ya Serfermandariyê hatiye wezîfedarkirin.
Di encama heman biryarê de Mûstafa Barûk, Fermandarê Tûgaya Komandoyan a 4em jî li Serokatiya Kontrolkirin û Nirxandinê ya Fermandariya Artêşa 3yem hatiye tayînkirin.
Ev biryarên tayînkirinê, li gorî benda yekê ya xala 9ê ya Biryarnameya Serokomariyê ya Derbarê Qaydeyên Tayînkirinê ya Rêbevebirên Payebilind ên Dezgehên Dewletê de hatine dayîn.
Orgeneral Temelî di dema pêvajoya hilbijartina 24ê Hezîranê de çepik ji Erdoganî re lê dabûn û Mûharrem Înce, namzetê din ê Serokomariyê ew rexne kiribû.
Li ser vê bûyerê Mûharrem Înceyi bertek nîşan dabû û gotibû, “Ez ê sermilkên wî jê bistînim”.
Fermandarê operasyona li ser Efrînê bû
Îsmaîl Metîn Temel, dema li Wanê Fermandarê Kolordiya Asayişê bû, Hewldana Derbeya 15ê Tîrmehê çêbûbû û ew weke Wekîlê Fermandarê Artêşa 2yem hatibû tayînkirin. 26ê Tîrmeha 2016ê bi awayekî fermî bûbû Fermandarê Artêşa 2yem. Du salan ev wezîfe berdewam kiribû û di dema Şûraya Bilind a Leşkerî ya 2018ê de, bûbû orgeneral.
Di operasyona Mertalê Fıratê û operasyona li ser Efrînê de fermandar bûye. Her weha xebatên Hêzên Çekdar ên Tirkan ên Fermî (TSK) ên li Idlib û çoltara Minbicê di bin berpirsiyariya wî de dimeşiyan.
Piştî mijara operasyona li ser Rojhilatê Feratê ya Tirkiyeyê kete rojevê, medyaya nêzîkî hikûmetê, îdia kiribû ku Metîn wê vê operasyonê bi rê ve bibe. (OI/HK/FD)
* Fotograf: Ajansa Anadolûyê - Arşîv