Fermandarê Hêzên Navendî yên DYAyê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla, ji ber rageşiya bi Îranê re, dîsa serdana Îsraîlê kir. Tê çaverêkirin ku Kurilla di çarçoveya serdana xwe de bi rayedarên leşkerî yên Îsraîlê re bicive.
General Michael Erik Kurilla vê hefteyê serdana xwe ya duyemîn bo Îsraîlê kir. Kurillayê ku herî dawî di 5ê Tebaxê de çûbû Îsraîlê, bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant û Serfermandarê Giştî Herzî Halewî re hevdîtin kiribû.
Balafirên şer şandin Rojhilata Navîn
Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya CENTCOMê de hatiye diyarkirin ku balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafirên F-22 Raptor ên Hêzên Esmanî yên DYAyê “bi mebesta aloziya ku Îran û alîgirên wê li herêmê çêdikin, kem bike” şandine. Her weha di çarçoveya guherîna pozîsyona hêzên Amerîkayê yên li herêmê de balafir gihîştin herêma CENTCOMê.
Derbarê çend balafirên F-22 yên şandine herêmê û li kîjan welat û welatan hatine bicihkirin de agahî nehat dayîn.
Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye di 31ê Tîrmehê de li Tehrana paytexta Îranê hatibû kuştin. Îran û Hamasê diyar kirin ku li pişt êrîşê Îsraîl heye. Tehranê ragihand ku ew ê bersiva rêveberiya Tel Avîvê bidin.
Wezîrên parastina herdu welatan civiyan
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Lloyd Austin di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de diyar kir ku wan bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant re di pêwendiyeke telefonî de geşedanên dawî yên li herêmê gotûbêj kirine.
Austin bal kişande ser wê yekê ku balafirên şer ên F-22 yên Hêzên Asmanî yên Amerîkayê gihîştine Rojhilata Navîn. Her weha Austin tekez kir, ku ew balafir ji bo parastina Îsraîlê û parastina hêzên Amerîkî li herêmê ne.
Austin diyar kir ku DYA dê piştgiriya xwe ya ji bo parastina Îsraîlê bidomîne û wiha got, "Di hevdîtinê de min bal kişand ser girîngiya îmzekirina peymana agirbestê ya ku ji bo serbestberdana rehîneyên li Xezeyê ye."
(AS/AY)