Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 637an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Ferît Şenyaşar di roja 637emîn a Nobeta Edaletê de axivîye, wiha gotiye: “Kesên dixwazin bibin desthilat heta ku vê dayikê nebinin wê nikaribe derkevin nava gel.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
“Daxwaza dayikê edalet e”
Ferît Şenyaşarê bi dayika xwe re li ber deriyê edliyeyê nobeta xwe didomîne wiha gotiye: “Nobeta me ya ji bo edaletê me daye destpêkirin berdewam dike. Serokkomar Erdogan hate Rihayê lê tevî ku ji têkoşîna vê dayikê agahdar e jî di vê mijarê de ne erênî ne neyînî neaxivî.”
“Kesên ku dixwazin bibin desthilat divê vê têkoşîna dayikê bibînin. Daxwaza dayikê edalet e. Hemû gerdûn li ser edaletê hatiye avakirin. Em jî heta ku edalet pêk neyê em ê ji ber deriyê qesrê neçin. Kesên ku dixwazin bibin desthilat heta ku vê dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (TY/AY)