Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarî ya li ber avahiya Edliyeya Stenbolê, di roja 707an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji Sirûcê çûne ber avahiya Edliyeya Rihayê û li ber nivîsa “Edalet”ê rûniştine.
Li gorî nûçeya MAyê, Ferît Şenyaşar li vir axiviye û gotiye ku nêzîkî du sal in ew çalakiya xwe dewam dikin û ew her roj tên û dibêjin “edalet li ku ye, dewlet li ku ye?” û diqîrin.
Şenşayarî diyar kiriye ku piştî erdhejê ev qîrin ji her deverê êdî bilind dibe:
“Polîsên ku tên vir û dozgerên ku her roj di ber me re diçin edliyeyê jî vê qîrîna me dibihîzin. Herî dawî li welêt erdhejeke mezin pêk hat.
Ji ber xaniyên xwe li ber erdhejê nagirin hatine lêkirin, karesateke mezin pêk hat. Qonaxa ku em gihîştinê, li her deverê welêt mirov dibêjin ‘dewlet li ku ye?’ û diqîrin.”
Ferît Şenyaşarî her weha destnîşan kiriye ku daraz karê xwe nake.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/FD)