Weşanxaneya Sîtavê ferhenga bi nave “Hezar û yek peyv” ya Qendîl Şeyxbizinî çap kiriye . Ferheng bi peyvên kurdiya kevin(pehlewanî) hatiye amadekirin. Ferhenga Qendîl Şeyxbizinî, li hezar û yek peyv an pêk hatiye û bi peyvên kurdî yên dema Somerî, Pehlewî û Avestayî hatiye honandin û girêdaneke di nav peyv û bêjeyên kurdiya kevn û îroyîn de çêkiriye.
Ferhenga Şeyxbizinî, ji bo zimanê kurdî paceyek nû ye. Peyvên ku di ferhengê de xêz kiriye hemû kurdî ye û resenin. Niviskar bi vê xebata xwe xwestiye, zimanê kurdî ji peyvên ku ji zimanên din hatiye rizgar bike.
Ferheng li 2 bergan pêk hatiye. Bergê 2em wê di demeke pêş de were çapkirin.
Derbarê Qendîl Şeyxbizinî de
Sala 1985an de li devera Şêxbiziniya Kerkûkê ji dayîk bûye. Şarezayê ziman û çanda kevn a kurdî ye. Çalakvan, niviskar, serokê Navenda Çanda Roj a Hewlêrê û berpirsê Organîzasyona Roj e. Li Zanîngeha Cîhan a Hewlêrê xwendina xwe qedandî ye. (AY/FD)