* Fotoğraf: Şanoya Ortaoyuncular / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Ferhan Şensoy, şanoger, lîstikvanê televizyon û sînemayê di 70 saliya xwe de li nexweşxaneya ku lê derman dibû, miriye.
Şensoy di 2ê Tîrmehê de ji ber xwîn bi hundirê wî ketibû li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Stenbolê hatibû razandin. Şensoy di saet 02.30ê şevê de li nexweşxaneyê koça dawî kiriye.
Li ser hesabê fermî yê şanoya Ortaoyûncûlar ku Ferhan Şensoy damezrînerê wê ye daxûyanî hatiye dayîn û gotine, “Damezrînerê şanoya me, ostayê me Ferhan Şensoy duh bi şev li nexweşxaneya ku demekê ye lê derman dibû, tevî hemû midaxeleyan ji mirinê nehat xelaskirin û em gelek xemgîn in. Serê tevahî hezkiriyên wî sax bî…”
Derya Şensoy, keça Ferhan Şensoy jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kiriye û gotiye, “Ez gelek xemgîn im. Ez gelek ji te hezdikim bavê min”
(TP/AY)