Ferda Cemîloglû, karsaza Kurd li Stenbolê li nexweşxaneya ku lê derman dibû, vê sibehê di 70 saliya xwe de miriye.
Ferda Cemîloglû, karsaza Kurd demekê bû ji ber nexweşiya penceşêra kolonê li Stenbolê di nexweşxaneyekî taybet de derman dibû. îro danê sibehê di saet 07.30an de miriye.
Ferda Cemîloglû yek ji endama malbata Cemîl Paşayên Amedê bû. Di sala 1926an de di dema serhildana Şêx Seîdî de malbata wê sirgunê Sûriyeyê dibe; Ferda Cemîloglû piştî koçbûna malbata xwe li Şamê ji dayik bûye. Piştre malbata wê li Cizîra Rojavayê bi cih dibe. Ligel rêveberên wê demê yên Kurd têkiliya wan çêdibe. Paşê dema Rejima Baasê dibe desthilat, dest datîne ser mal û milkên Kurdan, gelek Kurd ji neçariyê vedigerin Tirkiyeyê. Ew jî ligel malbata xwe vedigere û tên li Amedê bi cih dibin. Cemîloglû ku li wir ligel zimanê xwe kurdî, hînê erebî, îngilîzî û hinek fransî dibe. Piştî dibistana navîn û lîseyê diçe Enqereyê û Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Genetîkê dixwîne. Ji sala 1980yî ve di nav xebatên jinan de kar dike.
Cemîloglû demek dirêj di nav xebatên saziyên sivîl de cih girtiye. Demekê di nav CHPê de siyaset kiriye. Cemîloglûyê di nav avakarên DOGUNKADê (Komeleya Karsazên Jin a Rojhilat û Rojhilatêbaşûr) de cih girtiye û demekê serokatiya wê jî kiriye. Ferda Cemîloglûyê li Başûr jî di nav xebatên jinan de kar kiriye.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya