Faîlên êrîşa transfobîk a li Îzmîrê serbest bûn
Parêzera xwebexş a Înîsiyatîfa Trans+yan ya 20ê Mijdarê Zeynep Yavûzê aşkere kir ku kesên hatine desteserkirin 4 jê zarok in.

Mêrên ku li Kolana Bornovaya navçeya Konaka Îzmîrê êrîşî jinên trans ên ku ji kuaforê derketin û diçûn mala xwe kirin, piştî îfade dan serbest bûn. Mêrên êrişkar 5 roj piştî bûyerê ji ber zextên raya giştî hatibûn desteserkirin.
Parêzera xwebexş a Înîsiyatîfa Trans+yan ya 20ê Mijdarê Zeynep Yavûz bi Kaos GLyê re axivîbû û aşkere kir ku kesên hatine desteserkirin 4 jê zarok in.
Zeynep Yavuzê diyar kiri bû ku dosye bi lez û bez hat vekirin û ev geşedaneke erênî ye û dibe ku lezkirina pêvajoyê ji ber zextên raya giştî be.
Piştî îfadeyên li emniyete 6 kesên desteserkirî birin edliyeyê. Her weha dadgehê 6 mêr jî bi şertê kontrola edlî serbest kir.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.