Facebookê hesabê Ajansa Mezopotamyayê girtiye
Ajansê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: "Facebooka ku hema hema her nûçeyê me sansur dike îtirazên me jî li ber çavan negirt."

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Facebookê hesabê Ajansa Mezopotamyayê girtiye. 100 hezar şopînerên vî hesabê Ajansê hebûn û Facebookê bi awayekî fermî hesabê wan pesend kiribû.
Ajansê diyar kiriye ku wan li hemberî vê biryarê ji Facebookê re nivîsandiye lê ti daxwazeke wan bicih nehatiye. Her weha Ajansê gotiye Facebook her gavê nûçeyên wan sansur dike.
Ajansê derbarê mijarê de wiha gotiye: "Facebooka ku hema hema her nûçeyê me sansur dike îtirazên me jî li ber çavan negirt."
Piştî hesabê wan hate girtin, Ajansa Mezopotamyayê hesabekî nû li ser Facebookê vekiriye.
Hefteya borî jî Instagramê bi tohmeta ku "rêziknameya civakî ya Instagramê binpê kiriye" hesabê fermî yê JinNewsê girtibû. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.