Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xebatkarê berê yê Cambridge Analyticayê, Christopher Wylieyî bersiva pirsên meclîsa Kralîyeta Yekbûyî da.
Christopher Wylieyî eşkere kir di hilbijartina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ku Donald Trump bû serokê dewletê ji 50 milyon hesaban agahî hatine berhevkirin. Wî diyar kir Facebook dikare axiftinên xelkê yên li mal û ofîsa wan berhev bike analîz bike û wek sîxutran kar bike.
Zuckerberg dê li DYA û Ewropayê îfadeyê bide
Meclîsa Kralîyeta Yekbûyî(Ingilîzîstan) Mark Zuckerberg vexwend meclîsê da persiva îdiayan bide. Loi gor agahiyên berdest Zuckerbergî qebûl kiriye ku bersiva îdiayan bide.
Roja îfadedana Zuckerbergî diyar nebûye.(PT/MB)