Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ezhelê rabpêj îro di danişîna yekem de beraet kiriye ku ji 23yê Gulanê û vir ve girtî bû.
Ezhel bi hinceta stranên wî yên di albuma wî de û parvekirinên wî yên li ser Instagramê û bi tohmeta ku “bikaranîna tiryakê teşwîq dike”, 23yê Gulanê hatibFû desteserkirin û hatibû girtin.
Ezhel îro cara pêşiyê li 44emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê derket dadgehê û biryara beraetê ji bo wî hatiye derxistin.
Gelek hevalên wî, guhdarvan û hunermend danişîna Ezhelî şopandine.
Çi bûbû?
Bi tohmeta ku “bikaranîna tiryakê teşwîq dike” ji bo Ezhelê ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Her weha doz lê hatibû vekirin ku bi hezar rojî heta deh hezar rojî bi cezayê pareyan weke cezakirin.
Ezhel di îfadeya xwe de gotibû “Armanca min a di wan videoyên ku min li ser Instagram û Youtube de par vekirine ne teşwîqkirina bikaranîna tiryakê bû. Ez stranbêj im. Ji ber wê min bi vî awayî ev vîdeo par ve kirin. Ez tohmetan qebûl nakim.”
Piştî girtina Ezhelî li ser Twitterê bi hashtaga #FrreEzhel kampanya hatibû dest pê kirin û di demeke kurt de derketibû rêza yekê. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî ji bo Ezhelî “çalakiya lezgîn” dabû destpêkirin. (ÇT/FD)