Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomarê Sûriyeyê Beşşar Esad duh bi şaredaran re civiya ye. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a SANAyê Esadî gotiye, “kesên li hemberî Sûriyeyê û gelê wê komplo amade kirine, piştî terora ku weke amûr bi kar tanîn têk çûye, niha dixwazin li bakurê Sûriyeyê rejîma Tirkiyeyê weke taşeron bidin xebitandin”.
“Tenê artêşa Sûriyeyê dikare we biparêze”
Esadî bêyî navan bide behsa hêzên ku DYA piştgiriya wan dike kiriye û gotiye, “Dya teqez wê berevaniya we neke û wê paşê weke amûrên bazarkirinê we bi kar bîne. Tenê û bi tenê artêşa Sûriyeyê dikare we biparêze”.
“Erdoganê Ixwanî*”
Esadî di axavtina xwe de derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî de axivî ye û wiha destnîşan kiriye: “Serokê rejîma Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan xwestiye xwe kesekî ku bandorê li ser bûyeran dike nîşan bide lê Erdogan di rastiyê de xulamokê DYAyê ye.”
Esadî gotina “Erdoganê Ixwanî” bi kar aniye û ji herêma ewle ya Erdogan dixwaze ava bike jî ev nirxandin kiriye: “Heman herême ku ji destpêka şerî heta niha dixwaze li hemberî Sûriyeyê û gelê wê ava bike”. (PT/FD)
* Foto: SANA
* Ixwan: Rêxistina Biraderên Misilman