Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê rûmetî yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) dê bibe endamê rûmetî yê Meclîsa Parlementeran ya Konseya Ewropayê.
Kurkçu di salên 2011-2013ê de ji Partiya Aştî û Demokrasîyê(BDP) bûye parlementer. Di salên 2015-2018ê de ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) bûye parlamenterê Izmîrê û endamê Meclîsa Parlementeran ya Konseya Ewropayê.
Bixwîne - Dadgeheka Stenbolê ji bo Kurkçu û Tanalî biryara beraetê daye
Kurkçu, di Meclîsa Konseya Ewropayê de yek ji endamên Koma Çepên Ewropayê(EUL) bû. Rêûrisma ji bo endametiya rûmetî dê îro li gor sieta Fransayê siet 19.15ê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bê kirin.
Kurkçuyî lşi BIAyê(Tevna Ragihandina Serbixwe) wek nivîskar, koordînator û nûçegihan kar kiriye.
(ÇT/MB)