Erkan Şerîf kameramanê Kurdistan TVyê li mala xwe hat kuştin
Erkan Şerîf kameramanê Kurdistan TVyê li mala xwe ya navçeya Dakûkê ya Kerkûkê bi kêran hat kuştin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Erkan Şerîf kameramanê Kurdistan TVyê li mala xwe ya navçeya Dakûkê ya Kerkûkê bi kêran hat kuştin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Karwan Akreyî Midûrê Giştî yê Kurdistan TVyê aşkere kir ku Şerîf ji hêla kesên çekdar ên ku nasnameya wan ne diyar ve di encama serdegirtina mala wî de hatiye kuştin. Akreyî diyar kir ku Şerîf li ber çavên hevjîn û zarokên xwe hatiye kuştin.
2 keç û kurekî Erkan Şerîf ê 50 salî heye. Şerîf 13 sal in di Kurdistan TVyê de kar dikir ku kanal nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Şerîf her wiha li gundê Heftexar yê Dakûkê midûrê dibistana seretayî bû. (EA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.