Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Êrîş birin ser rêrûresma binaxkirina cenazeyê dayika Alîkara Hevserokên Giştî ya HDPyê Aysel Tûglûkê ku girtî ye. Xatûn Tûglûk duh li Enqereyê di 78 saliya xwe de koça dawî kiribû.
Cenazeyê Xatûnê piştî rêûresm li Cemxaneya Ergazî Pir Sûltanê ya li Batikent a Enqereyê, ji bo binaxkirinê birin goristana Încek a Enqereyê.
Aysel Tûglûk ku 9 meh in di Girtîgeha Kandirayê de tê girtin bi destûra ji bo cenazeyê beşdarî rêûresmê bû. Li gel Tûglûkê Hevseroka HDPyê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDPyê Osman Baydemîr, Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, Berdevka Meclîsa Jinan Besîme Konca û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û hejmareke zêde parlamenterên HDPyê beşdarî rêûresmê bûn.
Di dema binaxkirinê de komekê dev avêtin kesên ku beşdarî rêûresmê bûne.
Piştî binaxkirinê hejmara kesên di komê de zêdetir bû û van kesan bi ber û daran êrîş birin ser beşdaran.
Cendermeyan Aysel Tûglûk xistin wesayitê û ew ji goristanê bidûr xistin.
Malbata Tûglûk ji bo êrîşî cenaze neyê kirin, ew ji goristanê derxistin.
Lê polîsan demekê destûr neda ku cenaze bibin Cemxaneya Pîr Sûltan a Ergazî ya li Batikentê. Li er israra malbatê rê hat vekirin û cenaze birin cemxaneyê.
Cenazeyê Xatûn Tûglûkê wê îro li Dêrsimê bê binaxkirin.
Navenda Giştî ya HDPyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê bertek nîşanî êrîşê da û got ku “Keriya hov a ji nirxên mirovatiyê û olî para xwe nestendine êrîşî cenazeyê dayika Aysul Tûglûkê kirin!”
Tûglûk 9 meh in di girtîgehê de ye
Aysel Tûglûk di 26ê Kanûna Paşiyê ya 2016yê de li Amedê bi sûcdariya “rêveberiya rêxistina terorê ya çekdar” û “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” hatibû desteserkirin û di 29ê Kanûna Paşiyê de hatibû girtin. (EKN/FD)