Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li sê bajarên Erebîstana Siûdiyê êrîş hatin kirin lê ti aliyan xwe li êrîşê nekir xweyî.
Pêşiyê li Ciddeyê peqîn çêbûn, paşê li Katîfaya ku piraniya niştecihên wê Şi’î ne teqîn çêbûn. Êrîşeka xwekujî jî li ser navenda polîsan a li Medîneyê hat kirin, navenda polîsan nêzîkî Mescîd-î Nebevî ye.
Çar êrîş çêbûn di êrîşan de, êrîşkar û çar polîs mirin.
Armanca êrîşê Balyozxaneya Amerîkayê bû
Li Ciddeyê êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkayê hatiye astengkirin. Êrîşkar hatiye kuştin û du polîs jî birîndar bûne.
Êvarî li Katifê êrîş hat kirin, di êrişê de tenê êrîşkar mir ti kes birîndar nebûn.
Li Medîneyê jî êrîş li ser navendeka polîsan a nêzîkî Mescîdî Nebewî hatiye kirin. Mihemmed pêxemberî ew mizyeft ava kiriye û qebra wî tê de ye.
DAIŞê li kovara Konstantiniyye Erebîstana Siûdî tehdît kiribû. (AS/MB)