Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hêzên Parastina Gelî(HPG) dîyar kiriye ku êrîşa duhî li Wanê hatî kirin HPGyê kiriye.
Duhî bi êrîşê 53 kes birîndar bûbûn.
Duhî li Wanê bi teqandina wesayiteka bombe lê barkirî 53 kesên birîndar bûyîn li nexweşxaneyê hatin dermankirin îro 52 ji nexweşan ji nexweşxaneyê derketin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) Navenda Peywendiyên bi Çapemeniyê re daye zanîn ku Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) bombeyek li dijî HPGyê bi kar aniye lê bombe neteqiyaye.
HPGyê ew bombeya neteqiyayî ji bo êrîşê bi kar aniye.
HPGyê bi daxuyaniyê dîyar kiriye:
'' Ev êrîş bersiveka ji bo AKPyê ye ku ew li taxên Wanê zordariyan li ciwanan dikin. Îradeya gelî tune dihesibîne ku qayyûm erkdar kiriye.
''Di çalakiyê de, 18 polîs mirine û ji 30ê zêdetir karmendên AKPyê û POH(Hêzên Taybet ên Polîsan) birîndar bûne. (AS/MB)