Êrîş li peykerekê hat kirin ku AKPyîyan ew protesto kiribû
Li Izmîrê kesekê peykerê Almacino Gonzales Andresî çêkirî bi hêceta ‘’mûstehcen e’’ parçe kiriye. Ji beriya bûyerê ciwanên Rêxistina Ciwanan, a AKPyê dabû zanîn ku heta peyker neyê rakirin ew ê peykerî protesto bikin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Izmîrê kesek bi navê S.K. peykerê li îstasyona metroyan bi hêceta ew ‘’mûstehcen e’’ parçe kiriye.
Şaredariya Izmîrê li sala 2012 komxebateka çêkirina peykeran pêk anibû.
Peykersazê Îspanyol Almacino Gonzales Andresî ew peykerê bi navê ‘’mûzîsyen’’ çêkiribû û peyker 4 sal in li cihê hatî parçekirin bû.
Doh li siet 16:50yê S.K.yî ew peyker parçe kiriye.
Li 14ê Gulanê komeka Rêxistina Ciwanan, a AKPyê ew peyker protesto kiribû.
Cihgirê serokê Rêxistina AKPyê ya Izmîrê, Onur Selbiyî gotibû: ‘’ Peykerê mêrekê tazî yê li metrogeha Izmîrê, dibe sebep ku zarok rastî ‘teşhîra cinsî’ bên û welatiyan nerihet dike.(ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.