Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nehemîn danişîna doza esasî ya rojnameya Ozgur Gundemê li 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê berdewam kir ku rojname di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin. Di dozê de 9 kes têne dadgehkirin.
Heyeta dadgehê ya ku Ahmet Ûgûzî serokatiya wê dikir biryara zevtkirinê ya ji bo Ragip Zarakolûyî rakir, lê biryara zevtkirinê ya ji bo Fîlîz Koçaliyê berdaw kir.
Daxwaza parêzer Ozcan Kiliçî nehat qebûlkirin ku digor bila biryara qedexeya derketina devreyî welêt a Eren Keskînê rabe. Dîsa biryar hat standin ku Necmiye Alpay hewce nake beşdarî danişînan nebe û Kemal Sancili girtî bê dadgehkirin.
9 kes tên dadgehkirin
Endamên lijneya şêwrê yên weşanê û nivîskarên rojnameyê Fîlîz Koçalî, Asli Erdogan, Necmiye Alpay û Ragip Zarakolû, Berpirsê Weşanê Zana (Bîlîr) Kaya û Midûrê Nivîsan Înan Kizilkaya, nivîskar Eren Keskîn, Xwediyê rojnameyê Kemal Sancili û endama lijneya şewrê ya weşanê Bîlge Aykût tên dadgehkirin.
Heyeta dadgehê ji van kesan pêk tê: Serok Ahmet Ûgûz; endam Kurşad Bektaş, Emîne Çakir; Dozger, Idris Gultekîn.
Keskîn, Alpay û Kizilkaya beşdarî danişînê bûn. Kizilkayayê ku piştî 440 rojî serbest bûbû, diyar kir ku di vê qonaxê de ti daxwazên wî nînin û tiştên ku berê gotiye dubare dike.
Eren Keskîn wiha axivî:
“Ez mafparêz û parêzer im. Ez hevseroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) im. Ji ber ku Ozgur Gundem li vê erdnîgariyê rojnameya herî zêde rastî fişarê hatiye, min navê xwe bi dilê xwe li beşa hevberpirsê weşanê yê giştî da nivîsandin. Ji ber nivîsên ku ez naveroka wan nizanim 143 doz li min hatine vekirin.
“Ev li hemberî azadiya xweîfadekirinê, xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û yên navnetewî ne”.
Kemal Sancili jî bi rêya sîstema deng û û dîmenan (SEGBİS) beşdarî danişînê bû û daxwaza tehliyeya xwe kir.
Dozger wê nêrîna xwe ya derbarê esasê de bibêje
Dozger Idrîs Gultekînî xwest ku piştî kêmasî bên temamkirin ji bo nêrîna xwe ya derbarê esasê de amade bike, dosyayê bidine wî.
Heyeta dadgehê jî di heman çarçoveyê de biryar derxist.
Doz wê 10ê Çiriya Pêşiyê saet 09.45 deqîqeya de berdewam bike.
Serdozgerî bi tewanên ‘’endambûna rêxistina çekdar a terorî’’,’’xerakirina yekparçetiya dewlet û civakê’’, ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ ji 6,5 salan heta 17,5 salan cezayê girtina di girtîgehê de xwest. (TP/FD)