Adil Cubeyrê Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdîyê bangî civaka navneteweyî kir ku bila li dijî Îranê "helwesta biryardar" nîşan bidin
Adil Cubeyrê Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdîyê bangî civaka navneteweyî kir ku bira li dijî Îranê "helwesta biryardar" nîşan bidin.
Cubeyr li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wekî berpirsyarê êrîşa li ser tesîsên Aramcoya şirketa petrola neteweyî ya Erebistana Siûdî Îran nîşan da.
Cubeyrî wiha got: "Êrîşa ku bi sîlahên Îranê birin ser tesîsên petrolê yên Bekîk û Harîsê bi tenê dijî Erebistana Siûdî nîne di heman demê da li dijî derxistina vejenê ya bazara navneteweyî û dinyayê ye."
Cubeyr êrîş wekî "encameke siyaseta êrîşkar û xirabkar a Îranê" nirxand û bangî civaka navneteweyî kir ku bila berpirsyariyên xwe bi cî bîne û li dijî Îranê "helwesta biryardar" nîşan bide.
"Dema li dijî Îranê bêhelwest bisekinin ev ê Îranê ji bo sabotaj û dijmintiyê teşwîq bike û ev jî ne bi tenê ji bo herêmê ji bo aştiya navneteweyî û ewlehiyê jî bibe pirsgirêk."
Çi bûbû?
Roja Şemîyê bi droneyan êrîş li du tesîsên petrolê yên Erbîstana Siûdîyê hatibûn kirin. Erbîstana Siûdîyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îranê wek berpirsa vê êrîşê dibîne.
Li gor peyama Trumpî li ser medyaya civakî belav kirî wî ji Wezareta Xezîneyê ya DYAyê xwestiye zêdetir ceza li Îranê bê birîn.
Wezareta Parastinê ya Erbîstana Siûdîyê daxuyanîyek weşandiye û diyar kiriye ku ew ê bi delîlên piştraskirî eşkere bikin ku Îran jî li pişt êrîşê ye.
Navenda petrolê ya êrîş lê hatî kirin yek ji mezintirîn tesîsên Erbîstana Siûdîyê ye. Rojane 7 milyon varil petrol tê derêxistin û dabeşkirin.
(MB)
*bianet kurdî û Haydar Şahin |AA