Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayîp Erdoganî ji bo Zanîngeha Turk Hava Kurumuyê Prof. Dr. Ahmet Erman Akbûlût, ji bo Zanîngeha Istanbul Bilimê Prof. Dr. Çavlan Çîftçî û ji bo Zanîngeha Istanbul Kulturê Prof. Dr. Erhan Gûzel wek serok erkdar kir.
Serokkomariyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li gor Xala 130.(2547/13) a Qanûna Bingehîn akademîsyenên navborî hatine erkdarkirin.
Di 29ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de, hikûmetê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de, hilbijartina serokên zanîngehan betal kiribû. Li gor biryarê serokkomar serokên zanîngehan hildibijêre.(BK/MB)