Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku ji bo operasyona El Babê NATOyê alîkarî nedaye wan.
“Ji bo operasyona El Babê, em piştgiriyeka biçûk jî ne ji NATOyê ne jî ji xwe ve ji hêzên hevpeyman nastînin. “
Erdoganî îdia kiribû ku hêzên hevpeyman ên Amerîka pêşengiya wan dike “piştgiriya DAIŞê dikin.” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Mark Tonerî duhî gotibû:
“Ya rastî, heke em rastiyê bibêjin ev pêkenok e. Ez nizanim ka ji ku derketiye.”
39 leşker li Sûriyeyê mirine
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel Artêşa Azad a Sûriyeyê 24ê Tebaxê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kiribû. Di operasyonan de 39 leşker miribûn.
Li dijî DAIŞê têkoşîna herî mezin em didin
Erdoganî got : “Yên têkoşîna herî mezin didin em in.
“Artêşa Azad a Sûriyeyê ne rêxistineka terorî an jî tiştekê welê ye. Heta ku rêxistineka welê ye ku pêşiyê Amerîkayê gotibû ‘ka em bi hev re saz bikin.’ Ew rêxistin ji mixalifên nerm pêk tê.”
(AS/MB)