Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan, xwe amade dike ku dozekê li dijî Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî veke.
Duh (24ê Gulana 2022yê) saet di 22.00ê de Kemal Kiliçdaroglûyî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê hin îdia derbarê TURGEV û Weqfa Ensarê de anîbûn ziman.
Kiliçdaroglûyî bi ser navê “Plana revê” weşana xwe kiribû û gotibû ku AKPyî pereyan bi rêya TURGEV û Weqfa Ensarê ve dişîne Weqfa TURKENê ya li DYAyê ava kirine û derbarê vî tiştî de jî belge liber destê wî hene.
Huseyîn Aydin, parêzerê Erdoganî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew ê “li dijî van buxtanên bêbingeh, ji derveyî aqil û mantiqî yên li dijî Birêz Serokomarê me, li dijî Kemal Kiliçdaroglûyî serî li rêyên yasayî bidin.”
Her du weqfan jî daxuyanî weşandiye
TURGEV û Weqfa ENSARê ku Kiliçdaroglûyî îdia kiribû û gotibû, ew her du pereyan dibin DYAyê, daxuyaniyeke hevbeş weşandiye.
Weqfan îdia qebûl nekirine û gotine ku ew li gorî yasayên DYAyê kar û xebatên xwe dikin û ew piştgiriya perwerdeyê didin xwendekarên Tirkiyeyi. (EMK/FD)