Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan, bi rêya telefonê bi Donald Trump, Serokê DYAyê re axiviye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, piştî axavtina her du serokan, Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyaniyek daye û gotiye ku Erdogan û Trump wê 13ê Çiriya Paşiyê kom bibin.
Trump: Ez li bendî wî me
Piştî ku diyar bûye wê Erdogan biçe DYAyê, Trumpî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye:
“Gavek beriya niha, sohbeteke xweş di navbera min û Serokomar Erdoganî de bi rêya telefonê pêk hat. Ji min re got, wan hejmareke zêde çekdarên DAIŞê zeft kiriye ku di dema pevçûnan de reviya bûn. Jin û xwişka El Bexdadiyê terorîst û kujer jî di nav wan dene.
“Her weha em li ser mijarên weke sînorê Sûriyeyê yê Tirkiyeyê, tunekirina terorîzmê, dawîkirina dijminatiya li dijî kurdan û gelekên din axivîn. Ez li bendê me ku hevdîtina min û Serokomar Erdoganî ya çarşema pêşiya me, roja 13ê Çiriya Paşiyê li Mala Spî pêk were.”
Erdoganî gotibû min hê biryar nedaye
Roja 30ê Çiriya Paşiyê, Erdoganî di dema civîna koma partiya xwe de li ser pirsa rojnamegeran gotibû, “Min hê biryar nedaye. Hin pirs hene.”
Heman rojê Meclîsa Nûneran a DYAyê pêşnûmeqanûna ku qirkirina Ermenan nas dike û toleyên aboriyê ji bo Tirkiyeyê dixwaze qebûl kiribû. (EKN/FD)