Erdogan û Trump bi rêya telefonê axivîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Donald Trump bi rêya telefonê bi hev re axivîne û têkiliyên di navbera her du dewletan û bûyerê herêmî nirxandine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo beşdarî 74em Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî bibe çûye New Yorkê. Erdogan li vir bi rêya telefonê bi Donald Trump, Serokê DYAyê re axiviye.
Serokatiya Ragihandinê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye, Erdogan bi Trumpî re axiviye ku Trump ji bo kampanyaya xwe ya hilbiijartinê kar dike. Di axavtina Erdogan û Trumpî de têkiliyên her du dewletan û mijarên herêmî hatine nîqaşkirin. (RT/FD)
Fotograf: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.