Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê û serokê Partîya Edalet û Pêşketinê(AKP), Recep Tayyip Erdoganî li navenda partîya xwe gotiye “Tirkiyeyê ji xwe sîstemên parastinê yên S-400 kirîne.”
bixwîne - DYAyê perwerdeya pîlotên Tirkiyeyê daye sekinandin
“Qey YPG û PYD ne dûvelankên PKKyê ne? Piştevanê van ê herî mezîn kî ye? Hevkara me ya stratejîk e.
"Me karê xwe qedandiye"
“Ez nabêjim Tirkiye dê sîstemên parastinê yên S-400ê bikire Tirkiyeyê ji xwe sîstemên parastinê yên S-400 kirîne. Me ev karê xwe qedandiye. Hem bihayekê maqûl gotin hem jî soz dane ku em ê bi hev re bixwebitin/hilberînin. Me hevpeyman îmze kiriye. Înşallah dê di demekê kurt de bên.
Bixwîne - Pompeo û Çavuşogluyî hev dîtin lê Krîza F35an çareser nebû
“Tirkiye ne bi tenê bikira F 35an e. Ew herweha yek ji çêkerên balafirê ye. Di rojên paşiyê yên vê mehê de ez û berrêz Trump em ê li Japonyayê hevdu bibînin. Înşallah ez ê vê pirsê ji vî jî bikim.”
(AS/MB)
Wêne: AA