Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî ê AKPê û Serokomar Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan li Navenda Çand û Kongreya Gel a Beştepeyê aşkere kiriye.
Ji bo Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan bi tevlîbûna 1571 kesî 5 kargeh û 53 civîn çêbûye.
Lewra Ozturk Turkdogan Hevserokê Giştî ê Komeleya Mafên Mirovan(İHD) ji bîanetê re axivî bû û diyar kiribû ku çi bersivek nedan pêşniyarên me û weha gotibû:
“ji bo plana çalakiyê ya mafên mirovan di Sibata 2019an de li Wezareta Dadê civînek çêbû, em jî beşdar bûn û me nêrînên xwe pêşkeşî wezaretê kir. Di Kanûna Pêşiyê ya 2019an de careke din em dewetî civînê kirin. Em weke İHD tevlî civînê bûn. Me di Kanûna Paşiya 2020an de raporek berfireh peşkeş kir. Em di meha Çiriya Paşiyê de ne heta niha dengek nîne. Ew tiştên ku me di raporê de nivîsandîbûn tiştên rojanebûn. Bi guhertina qanûna înfazê ya dawîn rewş xiraptir kirin.”
Nûnerên Rêxistinên Mafparêz daxuyaniyên derbarê plana çalakiyê ya mafên mirovan de ji bîanetê re weha nirxandibûn:
“Texrîbateke kûr heye di mafên mirovan de, maf ji holê rakirin, bikaranîna mafan bûye wek îstisna. Divê di serî de tevahî pirsgirêkan bigirin dest.”
Erdogan derbarê Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan de weha gotiye:
“Her reformên me di bidestxistina azadî, beşdarbûn, pirdengî û demokrasiya pêşketî da ji ber yekîtiya hestiyarî û fikrî ya di navbera me û gelê me da çêbûn. Plana Xebatê ya Mafên Mirovan jî wiha ye."
"Plana Xebatê ya Mafên Mirovan ku li gor hêviyên gelê me derket holê di encama pêvajoya şêwrê ya berfireh da çêbû."
"Em dixwazin pergala serlêdana şexsî ya ji bona Dadgeha Destûra Bingehîn hê çalaktir bikin."
"Ji bona beşdariya demokratîk zêde bibe ji bona di rêziknameya partiyên siyasî û hilbijartinê da guherîn çêbe em xebateke berfireh didin destpêkirin."
"Komisyona Tezmînata Mafên Mirovan ew ê bêyî serîlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn zirara darizandina dirêj bide."
"Bi beşdariya nûnerên baro, saziyên civakî yên sivîl û zanîngehan em Komîsyoneke Şopandina Mafên Mirovan ya Saziyên Ceza û Înfazê ya serbixwe ava dikin."
"Em çalakbûna xizmetên piştgiriya psîko-sosyal û agahîdayîna bi taybetî jin, zarok, astengdar, kal û pîrên mexdûrê sûc zêde dikin."
"Ji bona dadger û dozgeran em temînata erdnîgariyê tînin û him temînata darazê zexim dikin û him jî rê li ber vedikin ku biryar zû derkevin."
"Ji bo hincet saxlem û hevgirtî bin û nîqaşan bi dawî bikin qada kontrola HSKyê fireh dikin, ji ber vê sedemê em rayeya betalkirinê didin daîreyên îstinafê."
"Em welatiyên xwe yên li dervayî welêt dijîn jî tevlî sepana teblîxata elektronîk dikin."
"Ji bo ku dozên kar zûtirî encam bidin, em qeydên SGKyê ji dadgeran ra vedikin.
"Dî daraza îdarî da em mecbur dikin ku biryara bihincet di nav 30 rojan da bê nivîsandin."
"Em mesrefên doz, îcra û noterê sade dikin. Em 'e-rûniştin'ê di hemû mehkemeyên hiqûqê da berbelav dikin."
"Em derfet û îmkanê çêdikin ku parêzer bikaribin serlêdanên şexsî yên ji bona Dadgeha Destûra Bingehîn bi awayekî elektronîk bikin."
"Em didin destpêkirin ku îdianameyan teblîxî mexdûr û miştekiyan jî bikin. Di dozên îdarî da belge û agahiyên paşê li dosyeyê tên zêdekirin jî ew ê mecbûrî teblîxî aliyan bikin."
"Em di serlêdanên îdareyê da maweya bersivdayînê ji 60 rojî dadixînin 30 rojî."
"Demên serlêdana îstinaf û temyîzê bi teblîxkirina biryara bihincet va wê dest pê bike."
"Hemû biryarên dadgeha îstinafê û dereceya ewil li gor rêgeza parastina daneyên şexsî em ê ji raya giştî ra vekin."
"Di darazê da ji bo wezîfeyên unwan şertê qidemê wê hewce bike. Em alîkartiya hakim û dozgeran li ser pergalê zêde dikin."
"Ji kîjan dînê dibe bila bibe dê xwebatkarên kamu û sektora taybet û xwendekar di cejnên xwe yên dînî da bi îzin bên hesibandin."
"Ji bo zêdekirina standardên azadiya îfade û çapemeniyê em ê tevdîrên xebatên rojnamevanan hêsan dikin berfireh bikin."
"Ji bo ku lihevnekirina di navbera rêveberî û veberhênan da ji holê were rakirin, em 'Ombudsmaniya Veberhênanê' dadimezirînin ku dê bi rêgeza serbixwe û bêalî bixebite û dê bilez biryaran bide."
"Ev tevdîrên kontrola edlî jî mîna girtîmayînê derdixin asta herî bilind."
"Em rêziknameyê û sepandinê ji bo ku azadiya gotinê, mafê civîn û xwepêşandinê bi awayê herî berfireh were temînkirin, em li ber çav ra derbas dikin."
"Bi Plana Çalakiyê va kar û barên hildana îfadeyê wê êdî şev û roj were kirin."
"Di sûcên katalog da em 'şertê delîlên berbiçav' tînin, rêgeza dibêje girtin ji bo tevdîra parastinê ye û îstisnaî ye tehkîm dikin."
"Ji bo avakirina lijneya rêvebiriyê ya weqfên xeyrîmusliman û hilbijartina wan em Rêziknameya Weqfan ji nû va sererast dikin."
"Em derbarê îdiayên êşkenceyê da ji bo lêpirsînên dîsîplînê hukmê derbasbûna demê radikin"
"Em dawiyê li wan cure binçavkirinan tînin ku ji bo wergirtina îfadeyê, dervayî saetên mesaiyê û li otelan nîvê şevê, dihatin cîbicîkirin."
"Ji bo wezîfedarên dewletê yên li berevajiyê wezîfeya xwe dibin sedema îxlalkirina mafan em çalakbûna karên disîplîn û rucuyê zêde dikin."
"Ji bona sûcên tundiya dijî jinan baş bên lêkolînkirin em buroyên lêpirsînê yên taybet ku ji bona vê hatine avakirin li seranserê welêt belav dikin."
"Di sûcên girêdayî gilîkirinê da vexwendnameya agahdarkirinê tê teblîxkirin, lê heke dîsa jî bê mazeret kes beşdarî mehkemeyê nebin ji bo ku ev doz bên betalkirin em guherînan dikin. Bi vî awayî em ê dosyeyên bi salane wisa mane, darizandinên dirêj dikşînin ji holê rakin."
"Heta ku mexdûrbûna jinê ya ji ber şîdetê kuta nebe em ê bi tevkariya sazî, saziyên civaka sivîl, medya û hemû girseyên civakê ra vê têkoşînê bidomînin."
"Em kiryarên yekalî yên şopandinên bi israr wekî sûcekî cuda verast dikin. Em bo jinên mexdûrên tundiyê peywirdarkirina parêzeran pêk tînin"
"Em sedema girankirina sûcên li dijî hevseran tên kirin berfireh dikin û kesên hevdû berdane jî tevî vê dikin."
"Qeydên guhdarkirinê yên ji bo tesbîtkirina ragihandinê yên ji bo tevdîra parastinê hatine bidestxistin dema biryara berdanê bê dayîn wê ji holê bên rakirin em vê yekê dikin rewacê."
"Di xebitandina daneyên şexsî da ji bo parastina jiyana taybet em Qanûna KVKyê li gor standardên YEyê sererast dikin."
"Em rêziknameya kirîna bi destê dewletê jinûva verast dikin, em rêya serîlêdana îdarî ya li walîtiyan a ji ber teşebusa destdanîna ser a bêyî kirîna bi destê dewletê vedikin."
"Em ji bo saziyên înfaza ceza veguherîna dîjîtal temam dikin. Di vê çarçoveyê da girtî û tewqûfkirî wê bi eqrebayên xwe ra bi dîtbarî biaxivin, ji bo şandin û hildana nameyan, dayîna daxwaznameyan û teqîbkirina rewşa tenduristiyê jî em ê ji teknolojiyê sûd werbigirin."
"Em rêziknameya der barê Qanûna Îcra û Îflasê da ji bo ku heqê mulkiyetê bi berfirehî bê parastin ji nû va sererast dikin."
"Em derfetê didin ku di daraza îdarî da mijarên li ser mafên milkiyetê tesîrê dihêlin bi daraza bi lez û bez werin çareserkirin."
"Ji bo nakokiyên ku îdareyên qamûyê jî şirîk in, em usûla 'doza pîlot' tînin."
"Em dawî li helwesta îdareyê tînin ku ji welatiyên mafdar ra dibêje 'here doz veke, qezenc bike û were."
"Em xebatên ji bo zarokan ji muptelabûna înternetê, zordariya sîberê û rîskên dijîtalê mihefeze bikin derdixin asta jorîn."
"Ji bo ku îdare îctîhadên darazê yên rûniştî bi rêk û pêk teqîb bikin, em derfetan didin û di mijarên qebûlkirina serlêdanan û poşmanbûna ji dozan em rayeya saziyan zêde dikin."
"Sînordarkirina kamuyê ya ji hêla îdareyan va ji sicîla tapuyan ra dihatin kirin em di qada elektronîk da ji malik û kesên eleqedar ra vedikin ku ew bikaribin bibînin."
"Em li midûriyetên serbestiya bi kontrol buroya zarokan vedikin. Em her asta pêvajoya edlî ya zarên hînî sûcan kirine bi navbeynkariya vê buroyê teqîb dikin."
"Ji bona parastina mehremiyeta malbatê û zarokan em li ser mîmariyeke edliyeyê ya dadgehên malbat û zarokan dixebitin ku di kampuseke misteqil da bin."
"Dadgehên zarokan li gorî zarokan amade dikin û em wê derfetê didin ku dadger, dozger û parêzerê bê cube têkevin rûniştinên li dadgehan."
"Ji bo ku ciwan malbatê ava bikin em alîkariya zewacê berfirehtir dikin. Ji bo ew beşdarî piyasaya kar bibin em Belgeya Stajê ya Îstihdama Ciwanan amade dikin û derfetên stajê pêşva dibin."
"Em pergala wesayeta kesê hiqûqî cîbicî dikin da ku çavdêrî û pêwîstiyên zarokên bêkes ên di çarçoveya parastina navneteweyî û parastina berwext da ne, çêtir bên cîbicîkirin."
"Em li Stenbolê lezê didin xebatên avakirina Navenda Ciwaniyê ya NYyê. Bi vî awayî em dixwazin tevkariyê bidin pêkanîna Stratejiya Ciwaniyê ya 2030yî ya NYyê.
"Ji bo girtiyên astengdar, nexweşên giran, kal û pîr bikaribin cezayê xwe li malê bikişînin em derfetan zêde dikin."
"Em mewzuatê diguherînin heywanên ku em hawirdor û tebîetê bi wan ra parve dikin wekî 'mal' nebînin wekî 'can' bibînin."
"Ji bo ku ciwan zêdetir tevî jiyana civakî û demokratîk bibin, em li mufredata hîndekariya navîn "xebatên dildariyê" zêde dikin û vê li zanîngehan jî bela dikin."
"Em xelatê didin xebatkarên qamûyê ku li gorî emsalên xwe bi xebatên xwe yên di warê mafên mirovan da derdikevin pêş."
"Em hikmên rê li ber astengdaran digirin ku ew di wezîfeyên xwe û rêvebiriyên payebilind ên kamuyê da bên bicihkirin tesbît dikin û ji holê radikin."
"Ji bona mehkûmên kal û pîr û yên siheta wan baş nîne ji ber ku bi tena serê xwe nikarin di girtîgehê da li xwe binihêrin em sînorên serbestiya çavdêrî berfireh dikin."
"Em bo kesên ji ber bikaranîna hişbirê cara ewil heqê serbestiya bi kontrol bidestxistin Modela Şopandina Tîryakiyê ava dikin ew ê qasî 5 salan bên kontrolkirin û bên şopandin."
"Armanca dawîn ya Plana Xebatê ya Mafên Mirovan destûreke bingehîn ya nû û sivîl e."
"Em bawer dikin berpirsyariya me ya dîrokî ye ku di salvegera 100î ya Komara me da metna peymana civakî ya li gor esasên serdestiya îradeya neteweyî were amadekirin bidin welatê xwe."(AS/AY)