Fotograf: Murat Kula – İstanbul/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê piştî civîna Lijneya Wezîran civîneke çapemeniyê li dar xist.
Erdoganî got ku di têkoşîna li dijî koronavirusê ango Covid-19ê de Tirkiye di rewşeke gelekî baş de ye û hejmara pêketiyan kêm bûye. Erdoganî her weha diyar kir ku hejmara nexweşên piştî dermankirinê baş bûne jî zêde bûye.
Serokomar Erdoganî di berdewamiya axavtina xwe de dest nişan kir ku li nexweşxaneyan qelebalixî nîne û ti kêmasiyeke Tirkiyeyê ya ji maskeyan, tuluman û cîhazên bêhstandinê nîne.
Erdoganî diyar kir ku wê qedexeya derketina derve ya du şemî û yekşeman li 31 bajaran pêk tê wê demeke din berdewam bike. Li gorî daxuyaniya Erdoganî betlaneya cejna 23yê Nîsanê û ya şemî û yekşemê wê bibin yek û çar rojan derketina derve bê qedexekirin.
Erdoganî got ku ji nîvê şeva 22yê Nîsanê heta nîvê şeva 26ê Nîsanê wê derketina derve qedexe be û detay wê paşê werin aşkerekirin. (EKN/FD)