Fotograf: AA
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Hezretî Elî kiriye daxuyanî daye rojnamevanan.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê derbarê tedbîrên vîrusa Covîd-19ê de gotiye, “Divê emê dîsan tedbîran zêde bikin. Em ji ber kêfa xwe weha nakin. Tenê ji bo hestiyariya me ya li ser gelê me ye.”
Erdoganî li ser pirsa derbarê xebatên aşiya vîrusa Covîd-19ê de gotiye, ku li gorî pêşbînî ya me piştî sersalê wê hin geşedanên erênî çêbin.(AY/FD)