Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Partiya Edalet û Pêşketinê û serokkomar, Recep Tayyîp Erdoganî bersiva serokê Partiya Neteweperest a Gelî(MHP), Devlet Bahçelîyî daye. Wî diyar kiriye li ser hin mijaran ew û MHP wek hev nafikirin.
Bixwîne - “Ti nîyetên me yên ji bo hevpeymaniyê nînin”
Erdoganî gotiye:
“Em ê ji Bahçelîyî re bibêjin tu li ser rêya xwe em li ser rêya xwe”
Bahçelîyî gotibû:
"Em wek partî ji bo hilbijartina 31ê Gulana 2019ê di vê astê de ne li benda ti hevpeymaniyan in.
"Bi hevdîtinên zorakî me mûmkin e em serdeyî ti deran bibi.
"Em ê di hilbijartina 29ê Gulana 2019ê de bi logo û berbijarên xwe beşdarî hilbijartinê bibin."
24ê Hezîranê di hilbijartina serokkomariyê û meclîsa Tirkiyeyê MHP hevpeymana AKP(Partiya Edalet û Pêşketinê) bû.
MHP û AKP ji bo derêxistina efûyê û li dibistanan her sibeh xwendina “Sonda Me” li hev nekiribûn.
(EKN/MB)
Wêne: AA