Erdoğan: Em ê Berhemên Elektronîk yên DYAyê Nekirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pêşniyara recep Tayyîp Erdogan a ji bo bihabûna Dolaran a li hemberî TLyan(Lîreyên Tirkan) boyqotkirina berhemên DYAyê8Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û hilberandina berhemên ji wan baştir e.
Erdogan di daxuyanîya ku li ser kêmbûhabûna TLyan (di 2018an de %40 qîmetê TLyan kêm bûye) de got ku “îro, Tirkiye di dinyayê de xwedîya sîstema herî baş a bankêrîyê ye.”
“Ji îro pê de her berhemên bi dovîzê tên kirîn em ê hilberînin û em ê bifiroşin derve. Em ê boyqotê deynin ser berhemên elektronîk yên DYAyê.”
Hişyarî
Erdoganî kesên ku pereyên xwe kirine Dolar kir jî hişyar kir û got: “Bila fikra (ger em Dolaran bikirin em ê xilas bibin) nekeve hişê we. Wî wextî hûn ê têk biçin.
“Tu tirk î, tu yê bi TLyê bi rêya xwe ve biçî.”
(HK/VU/MB)
*Boyqot/boykot: Ji bo pêkanîna armancekê û çêkirina guvaşa li ser aliyekê, betalkirina têkiliya bi aliyên peywendîdar re ye.
**Vahdet Uçarê ev nûçe ji tirkî wergerandiye.
***Wêne: Raşit Aydoğan - Enqere/AA