Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzi bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di Civîna Serokên Bajaran ên AKPyê ya berfirehkirî de axiviye.
Piştî ku Berat Albayrak, Wezîrê Aboriyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû pitikeke wan çêbûyê hin kesan mesaj ji wî re nivîsandibûn. Erdoganî ev mijar bibîr xistiye û gotiye ku, “Em dixwazin medyaya civakî bi temamî were rakirin, dixwazin bê kontrolkirin.”
Beşek ji axavtina Erdoganî wiha ye:
“Hûn dizanin, şevek berê Hamza Salih, neviyê min ê heştem ji dayik bû. Bila Xwedê emrekî bi sihhet û bixêr tevlî hemû zarokên me bike nesîbê Hamza Salihî jî.
“Mîrze Berat jidayikbûn û kêfxweşiya kurê xwe bi mesajekê par ve kir. Şîroveyên ku selametiyê dixwazin hatin nivîsandin.
“Lê kêm be jî hin nemerdên ku em dest ji exlaq berdin namûs xistin bin piyan, ne mirov in gemariya di nava dilê xwe de dan der.
“Em ê ji dû van nemerdan venegerin ku di ser pitika nû çavê xwe ji cîhanê re vekiriye êrîşî malbata wî û nirxên ku temsil dike kirine.
“We fam kir bê çima em dijber in”
“Gelo hûn fam dikin bê ka em ji bo çi dijberên medyaya civakî yên weke Youtube, Twitter û Netflixê ne? Ji bo ku em van bêexlaqiyan ji holê rakin. Divê medyaya civakî were serastkirin. Em dixwazin ev platform werin kontrolkirin.
“Em dixwazin di zûtirîn demê de vê bibin ber destê parlamentoya xwe û ev platformên medyaya civakî bi temamî ji holê rakin.” (PT/FD)