Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dema carekî din di komcivîna partiya xwe de têkildarî faîzê axiviye dolar bilind bûye.
Bi axavtina Erdoganî de re Dolar bûye 10,48 TL, Euro bûye 11,85 TL. Berê axavtina Erdoganî Dolar 10,38 TL, Euro 11,70 TL bûye.
Axavtina Erdogan ya têkildarî aboriyê weha bûye:
AK Parti TBMM Grup Toplantısı https://t.co/Sow3WPFJrY
— Recep Tayyip Erdoğan (@RTErdogan) November 17, 2021
“Heke em bikarin 2022 û 2023an bêyî şikestinekê li pey xwe bihêlin, pêşerojeke bi rastî jî ronî li benda me ye.”
“Ez pir zelal dibêjim, faîz sedem e, enflasyon encam e. Ez ji bo yên ku hewl didin vê yeke veguherînin cihekî cuda, dibêjim xwe eciz nekin. Em ê belaya faîzê li ser mile vî gelî rakin.”
“Em ê rê nedin ku faîz gelê me bipelçiqîn e. Em ê vê qebûl bikin, rêyeke din a derketinê nîne.”
“Ev mijara ne mijarekî asayî ye. Ka em niha li dinyayê binêrin. Li Amerîkayê binêre, li Rojava binêre, li Îsraîlê binêre. Dema li van welatan faîz kêm dibe, çi bi hevalê me dibe ku ew berevaniya faîzê dikin. Hûn dibîne ku enflasyon li van deran ketiye çi rewşê? Baş e çi bûye bi hevalên me? Heta ku ez di vê wezîfeyê de bim, ez ê têkoşîna xwe ya li dijî faîzê bidomînim, ez ê têkoşîna li dijî enflasyonê bidomînim.”
Mahfî Egîlmez têkildarî teoriya Erdoganî ya “Faîz sedem e, enflasyon encam e” di bloga xwe de gelek nivîs nivîsandiye. Ji wan nivîsan yekî de weha gotibû:
"Her çiqas rastiyên zanistî nîşan bidin ku rêjeya faîzê ya bilind encama enflasyona bilind e jî, yên ku îdîa dikin ku berevajî rast e, ango enflasyona bilind encama faîzên bilind e, hene. Ne tenê îdia dikin hewl didin îspat bikin û bi kêmkirina rêjeya faîzê ya Bankaya Navendî re hewl didin enflasyonê kêm bikin. Berevajiyê rastiya zanistî hewldana ispatkirinê nêrîneke nû nîne. Tirkiyeyê xwest heman îdîayê di sala 1994an de pêkbîne lê krîzeke mezin re rûbirû ma.”(HA/AY)