Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî derbarê serdana li Amerîkayê de wiha gotiye: "Mijara sereke şerê li dijî terorê ye. Di mijarên ku ewlehiya her du dewletan eleqedar dikin da em dixwazin heyameke nû bidin destpêkirin."
Erdogan beriya ziyareta xwe ya Amerîkayê ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trumpî va hatibû vexwendin li Balafirgeha Esenbogayê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Li gorî şîroveyan, ihtimale ku di dema hevdîtina Erdogan û Trumpî de mijara toleyan were rojevê.
"Em û Trump weke hev difikirin"
Serokomar Erdoganî destnîşan kir ku di ziyareta ji bona Amerîkayê da meseleya FETOyê wê mijara sereke be û wiha peyivî: "Em ê li ser vê meseleyê biaxivin. Ji bona serterorîstê li Pensilvanyayê îadeyî welatê me bikin heta îro me gelek gav avêtin û em ê hê jî berdewam bikin. Heta hemû derbekar li ber darazê hesab bidin em biryardar in ku dev ji wan bernedin."
Erdogan der barê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê da got ku her çiqas di pêwendiyên me da nediyarî hebe jî bi Trump ra em di heman fikrê da ne ku pirsgirêkan çareser bikin û pêwendiyên xwe pêşva bibin.
Serokomar Erdogan got ku ew ê ji bo Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Kobaniyî bibêjin bila DYA bi wî re neaxive.
"Em dixwazin heyameke nû dest pê bikin"
Erdogan diyar kir mijara sereke ya ziyareta li Amerîkayê şerê dijî terorê ye û got ku di mijarên ku ewlehiya herdu dewletan eleqedar dikin da em dixwazin heyameke nû bidin destpêkirin.
Serokomar Erdogan derbarê herêma ewle da got ku, “Ne Rûsyayê û ne jî Amerîkayê hê rêxistinên terorê paqij nekirine” û wiha berdewam kir: “Ez ê bi Trumpî ra û piştî vegeriyam jî bi têlefonê bi Vladimîr Putîn, Serokdewleta Rûsyayê ra jî mijarê binirxînim. Bi Amerîka û Rûsyayê ra heta îro xebatên dilsoz ku meşandiye em dixwazin ji vir û pê da jî bi biryardarî bidomînin."
"Bila gefan li me nexwin"
Erdogan bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku ji ber geşedanên li Qibrîsê gefan li Tirkiyeyê nexwin û got em guh nadin van tiştan û di rêya xwe da dewam dikin.
Serokomar Erdogan der heqê helwesta YEyê ya di mijara endamên DEAŞê yên girtî da got ku li hember Tirkiyeya ku gelek DEAŞî derdest kirine û li aliyê Sûriyeyê di kontrolê da digire li ser helwesta xwe cardin bifikirin û wiha dewam kir: "Wê ev derî vebin û me dest pê kir DEAŞiyan ji we ra dişînin. Ji vir û pê da hûn li çareya serê xwe binihêrin. YE; Tirkiye ne ew welat e ku we heta niha nas dikir. Niha welatek e ku li ser maseya mizakereyê ye. Rûniştina li ser maseyê me mecbûr nake."
Erdogan der barê îadekirina DEAŞiyan da got ku em ê berdewam bikin û wan bişînin, hildidin yan jî hilnadin ev me eleqedar nake.
Serokomar Erdogan diyar kir welatên NATOyê divê êdî li ser vê mijarê bisekinin û got ku em ê 3-4ê Berfanbarê li Îngiltereyê di Zîrweya Serokan da van mijaran bi temamî bînin rojevê.
Endamên Kongreyê xwestiye serdanê betal bike
Endamên Kongreya Amerîkayê bi serpereştiya Elliot Angelî derbarê seredana de Erdoganî bo Amerîkayê nameyek ji Donald Trumpî re şandine û daxwaz kirine ku wê serdanê betal bike.
Hejmara wan endamên kongreyê ku name ji Trumpî re şandine, 17e û wan di nameya xwe de nivîsandine ku niha dem ji bo serdana Erdoganî ne guncav e.
Endamên Kongreyê ji ber operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê ev daxwaz kirine û diyar kirine ku biryara Erdogan a ji bo êrîşkirina ser bakurê Sûriyê ya 9ê Cotmehê, encamên wê yên xirab li ser asayişa niştimaniyê ya Amerîkayê hene. (PT/FD)
*Fotograf: Erçin Top/ Ankara-AA.