Rojnameger Enver Aysever li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hat desteserkirin.
Aysever li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê bi peyamek ragihand û got, "Ez li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hatim desteserkirin"
Aysever ji TELE1ê re got, "Ez nizanim ka wê min bibin dozgeriye an na." Piştre Aysever birin Edliyeya Çubukê.
Aysever pişt re di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew li ser giliyê Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Tuncay Ozkan hatiye desteserkirin.
Sedema desteserkirina Aysever nayê zanîn, lê herî dawî di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê Aysever de hatiye vekirin de ji bo îfadeyê bide, bangî Emniyeta Vatanê ya Stenbolê kirin.
(HA/AY)