Enflasyon li gorî TUIKê ji sedî 58,94 e, li gorî ENAGê ji sedî 128 e
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) rêjeyên enflasyona salane aşkere kirine.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) enflasyona salane ji sedî 58,94 e û li gorî Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) rêjeyên enflasyona salane ji sedî 128,05 e.
Her weha li gorî TUIKê rêjeya enflasyona mehane 9,09 û li gorî ENAGê jî rêjeya enflasyona mehane ji sedî 9,09 zêde bûye.
Li gorî daneyên TUIKê endeksa bihayê xercîdar(TUFE) di meha Tebaxê de li gorî meha Kanûna Pêşiya sala borî bûye ji sedî 43,06.
Enflasyona salane herî zêde di otel û xwaringehan de zêde bûye. Rêjeya vê jî ji sedî 89,31 e.
Li gorî Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) rêjeyên enflasyona mehane ji sedî 8,59 zêde bûye û ya salane jî ji sedî 128,05 e.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.