Fotograf: Damla Göç / edirneahval.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên TUIKê, enflasyon di meha Nîsanê de li gorî meha Adarê ji sedî 2,39, li gorî heman meha sala 2022yan jî ji sedî 43,68 zêdetir bûye. Li gorî meha Kanûna Pêşiyê ji sedî 15,21 e û nîvekiya 12 mehan jî ji sedî 67,20 e.
Di mehê de enflasyon herî zêde di beşa ragihandinê de bilind bûye ku rêjeya wê ji sedî 5,93 ye. Herî kêm jî di beşa avahiyan de bûye ku -1,47 e.
Di salê de jî herî zêde di beşa tenduristiyê de bilind bûye ku rêjeya wê ji sedî 66,62 ye. Herî kêm jî di cil û berg û pêlavan de bûye ku ji sedî 13,82 ye.
ENAG: Ji sedî 105 e
Li gorî daneyên ENAGê, rêjeya enflasyonê de meha Nîsanê de ji sedî 4,86 zêde bûye. Di salê de jî rêje ji sedî 105,19 zêde bûye.
ENAGê diyar kiriye ku rêjeya enflasyonê de nava mehê de herî zêde di beşa avahiyan de bûye. Rêjeya wê ji sedî -0,90 e. Herî zêde jî di cil û bergan û pêlavan de bûye ku rêjeya wê ji sedî 14,02 ye.