Endamên Grup Yorumê wê dest bi grêva birçîbûnê bikin
Endamên Grup Yorumê ji bo qedexeya li ser konsertên wan bên rakirin û bi hin daxwazên din wê 17ê Gulanê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Grup Yorumê aşkere kirine ku ew ê di 17ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê bikin.
Heft endamên komê girtî ne. Komê daxwazên xwe wiha rêz kiriye:
* Em dixwazin ku endamên me werin berdan, dozên li dij wan hatine vekirin, werin betalkirin.
* Di dema Rewşa Awarte de polîsan heşt caran bi ser Navenda Çandê ya İdilê de girtiye. Em dixwazin êdî polîs bi ser navenda me de negire.
* Wezareta Navxweyî endamên me xistiye nava “lîsteya terorê”. Em dixwazin ji vê lîsteyê bên derxistin.
* Bila qedexeya li ser konserên me rabe, qad ji bo Grup Yorumê vebin. Em daxwaza konsertên Grup Yorumê dikin. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.