Du kesên ku li ser motosîkletê û rûyê wan girtî bûye bi çekan êrişî Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Erdal Çelîk kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Çelîk û keça xwe ji êrişa çekdarî saxlem xelas bûn û 3 gule li wesayîta wan ketin.
Şaxa OHDê ya Stenbolê li ser hesaba xwe yê medyaya civakî têkildarî bûyerê daxuyanî da û bertek nîşanî êrişê da.
OHDê bi bîr xist ku parêzer her roj li edliyeyê, li miduriyeta polîsan, li ber malên xwe rastî êrişan tên û wiha got:
“Ji ber ku Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baro li dijî van êrişan têkoşîneke bi bandor nameşînin êrişkar cesaretê digirin.”
OHDê diyar kir ku dê şopdarê pêvajoya hiqûqî ya êrişa li dijî Çelîk bibin û destnîşan kir ku li dijî êrişên li ser parêzeran têkoşîna rêxistinkirî dê bidome.
(AY)