Endamê Koordînasyona Hilbijartinê yê DBPê Azîz Taşkin hatiye desteserkirin
Endamê Meclisa Partiyê yê DBPê û Endamê Koordinasyona Hilbijartinê Azîz Taşkin di çarçoveya lêpirsîna ku li Amedê hatibû destpêkirin de hatiye desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Amedê de, di 25ê Nîsanê de li 21 bajaran operasyon pêk hatibû. Di encamê de 10 jê rojnameger 128 kes hatibûn desteserkirin.
Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Azîz Taşkin ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de hatiye desteserkirin.
Taşkin di çarçoveya operasyona li dijî rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de derbarê 216 kesan de pêk hatîye de desteserkirine.
Taşkin ku Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk e dema ji buroya hilbijartinê ya li navçeya Efelera Aydinê derketiye ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin. (TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.